• Friday, 06 February 2026
logo

Cîgirê Serokê Odeya Bazirganiya Amerîkayê: Herêma Kurdistanê ji bo veberhênanê ji Iraqê guncawtir e

Gulan Media September 9, 2025 Nûçe
Cîgirê Serokê Odeya Bazirganiya Amerîkayê: Herêma Kurdistanê ji bo veberhênanê ji Iraqê guncawtir e

Cîgirê Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê ragihand, “Piştgirî û alîkariyên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, jîngeha wê ya guncaw, ewlehî û derfetên wê yên aborî wesa kiriye ku şîrketên veberhênanê yên Amerîkayî li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin.” Herwesa got, "Herêma Kurdistanê ji bo veberhênanê jîngeheke ji ya Iraqê guncawtir heye."

Cîgirê Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê Steve Lutz duh 08.09.2025ê ji K24ê re got, "Em 30 şîrket ji Amerîkayê hatine û armanca me ew e ku, em di sektorên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê de veberhênanê bikin û derfetên aborî peyda bikin; herwesa piraniya wan şîrketan ev cara yekê ye ku tên Herêma Kurdistanê, ew jî da ku Herêma Kurdistanê çêtir nas bikin û hevparên nû peyda bikin.”

Steve Lutz tekez jî kir ku, “Em dê di paşerojê de li Herêma Kurdistanê bêtir veberhênanê di sektorên tenduristî, geştiyarî û çandiniyê de bikin ji ber ku Herêma Kurdistanê jîngeheke bisilamet, guncaw û ewle heye.” Herwesa got, “Ji bo vê yekê jî, me rêz ji bo bizavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye.”

Cîgirê Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê eşkere jî kir, “Karê pêşiyê yê Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê ew e ku veberhênanê li Herêma Kurdistanê bike, ji ber ku Herêma Kurdistanê jîngeheke ji ya Iraqê guncawtir heye. Heta Hikûmeta Amerîkayê jî armanc dike ku, şîrketên wê veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin. Ji bo vê yekê jî, ew piştevaniya wan dike.”

Navbirî li ser sedema wê yekê ku Amerîka dixwaze têkiliyên xwe yên aborî bi Herêma Kurdistanê re xurt bike got, “Ev itîrafkirina Amerîkayê bi Herêma Kurdistanê ye, herwesa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî pêştir amaje dabû ku, di sektora enerjiyê de derfetên bêhempa li Herêma Kurdistanê hene. Wî amadebûna xwe jî tekez kiribû ku alîkariya şîrketên Amerîkayî bike, da ku aboriya Herêma Kurdistanê pirreng bike.”

 

Basnews

Top