• Friday, 06 February 2026
logo

Rêvebera Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê (DILKURD) Canan Yildirim bal kişand ser astengî û taktîkên ku ji aliyê rêveberiyên dibistanan ve li dijî hilbijartina waneya zimanê Kurdî tên bikaranîn. Li gorî Yildirim, rêveber hestên olî yên malbatan bikar tîni

Gulan Media September 9, 2025 Nûçe
Rêvebera Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê (DILKURD) Canan Yildirim bal kişand ser astengî û taktîkên ku ji aliyê rêveberiyên dibistanan ve li dijî hilbijartina waneya zimanê Kurdî tên bikaranîn. Li gorî Yildirim, rêveber hestên olî yên malbatan bikar tîni

Serpereştyarê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê ragehand, bi serpereştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeya stratejîk a rêya 40 metriya Soranê ku herdu aliyên Soranê bi hev re didegirêdan tê cîbicî kirin û di demeke nêzîk de qonaxa yekem a projeyê jî ber bi dawî ve biçe.

Serpereştyarê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê, Halgurd Şêx Necîb, îro duşemê, li ser rûpela xwe ya taybet a Facebookê gotiye ku ew berdewam dibin bi karên zêdetir û xizmetguzariyên çêtir ji bo xelkê.

Herwaha behsa wê jî kiriye ku di bin çavdêriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de, "projeya stratejîk a rêya 40 metreyî ya ku her du aliyên Soranê bi hev ve girêdide, dê ji hêla (Kavîn Group) ve were bicîh kirin û qonaxa yekem a projeyê dê di demek nêzîk de biqede.

Herwaha dibêje, "Bi temamkirina vê projeya girîng û stratejîk, pirsgirêka qerebalixiya navenda Soranê, nemaze qerebalixiya trafîkê ya li bazara bajêr û xeniqîna kolanan, dê bi rêjeyek girîng çareser bibe.

 

Basnews

Top