• Friday, 06 February 2026
logo

Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî şeşemîn Pêşangeha Veberhênana Navnetewî ya Avahîsaziyê li Hewlêrê tê vekirin

Gulan Media September 9, 2025 Nûçe
Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî şeşemîn Pêşangeha Veberhênana Navnetewî ya Avahîsaziyê li Hewlêrê tê vekirin

Şeşemîn pêşangeha veberhênana avahîsaziyê ya navneteweyî demjimêr 10:00ê sibeha îro 09.09.2025ê bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê tê vekirin.

Ev pêşangeh wekî yek ji mezintirîn pêşangehên veberhênana avahîsaziyê tê hesibandin, ku 280 şîrketên navxweyî û biyanî tevlî wê bûne û şîrketên biyanî ji 16 welatên cuda hatine.

Welatên tevlîbûyî Tirkiye, Îran, Selteneta Emanê, Îmarat, Yewnanistan, Qeter, Libnan, Almanya, Erebistana Siûdî, Çîn, Îtalya û Spanya ne, ku dê proje û derfetên veberhênana avahîsaziyêpêşkêş bikin.

Ev pêşangeh dê ji bo dema çar rojan bidome û dê her roj ji saet 10:00 ê sibehê heta 6:00 ê êvarê vekirî be. Ev jî dê ji bo şîrketên navxweyî û biyanî derfeteke zêrîn peyda bike ku, yadaştên hevfêmkirinê û peymanên hevpar îmze bikin. Bi vî rengî jî, ew dê bibe pirek ji bo pêşxistina sektora avahîsaziyê li Herêma Kurdistan û Iraqê.

Herwesa ev pêşangeh ji bo şîrketan derfeteke baş e ku projeyên xwe pêşkêş bikin, da ku welatî bikarin yekîneyên xwecihbûnê rasterast ji van projeyan bikirin. Ji aliyekî din ve, yek ji şertên Desteya Veberhênanê ji bo projeyên veberhênanê bi giştî ew e ku, 75% ya derfetên kar ji bo welatiyên navxweyî bin. Ev yek jî wesa dike ku ev pêşangeh bibe derfetek ji bo kesên ku li kar digirin, da ku CVyên xwe ji şîrketên tevlîbûyî re bişînin û derfetên kar bistînin.

 

Basnews

Top