Desthilatdarên Erebên Şîe rêyek din dibînin da ku naveroka yasaya Heşdî Şeibî bicîh bînin
Medyaya Iraqê dibêje ku desthilatdarên Erebên Şîe dixwazin yasayê bi rêyekî din ango kune û qulekî bibînin û bê ku yasaya Heşdî Şeibî derbas bikin û bipejirînin, naveroka wê yasayê di nav Desteya Heşdî Şeibî de cîh bi cîh bikin. Di heman demê de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gef li Iraqê xwariye ku ger qanûn were pejirandin, ew ê bertek nîşan bidin.
Li gorî rojnameya Iraqî ya El-Madî, her çend Bexda li lobiyê digere da ku bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re çareseriyekê bi dest bixe da ku Iraqê ji encamên şer û fikarên dawî yên Amerîkayê li Iraqê biparêze, lê hêzên di nav Çarçoveya Hemahengiyê ya Erebên Şîe de ne, planekî cîhgir ango alternatîf ji bo yasaya Heşdî Şeibî danîne.
Li gorî planê, hikûmeta Iraqê dê biryarnameyek hikûmetê li ser bingeha qanûna Heşdî Şeibî ya 2016an derxîne, daxwazên ku milîsan ên ku dixwestin bi rêya qanûna nû ya Heşdî Şeibî bi dest bixin, bi wê rêyê ve bidest bînin.
Herwaha tekez kir ku her çend hikûmeta federal ji ber hişyariyên Amerîkayê bi fermî ji pejirandina qanûna Heşdî Şeibî vekişiyaye jî, lê komên Şîe planek (B) heye ku naveroka qanûnê derbas bikin.
Di heman demê de, kanala Iraqî ya One News eşkere kir ku Çarçoveya Hemahengiyê dixwaze ji bo bidestxistina daxwazên xwe serî li fermana dîwanê ya ku di dema Serokwezîrê berê Adil Ebdulmehdî de hatibû derxistin, ku dubare rêxistinkirina bingehê Heşdî Şeibî hatibû derxistin û bi wê rêyê ve daxwazên xwe bi cîh bînin ku nekarîn bi rêya derbaskirina yasaya Heşdî Şeibî ve bidest bînin.
Çavdêr bawer dikin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê rê nede ku armancên qanûna Heşdî Şeibî werin bidestxistin, ji ber ku ew ê milîsan xurt bike û hegemonyaya Îranê li Iraqê berfireh bike, ji ber vê yekê tê payîn ku bertekek tund hebe.
Basnews
