Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Dezgayê El Meda kir
Îro 08.09.2025ê li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Dezgaya Ragehandin, Rewşenbîrî û Hunerî ya El Meda birêz Fexrî Kerîm kir.
Di hevdîtinê de danûstan derbarê rewşa giştî ya Iraqê û peywendiyên Hikûmeta Iraq a Federal û Hikûmeta Herêma kurdistanê de hatin kirin.
Herwaha behsa hemahengiya aliyên sîyasî yên ji bo derbaskirina pirsgirêk û astengiyan hate kirin.
Basnews
