Herêma Kurdistanê û Koreya Başûr li ser hemahengiya zêdetir a di navbera herdu aliyan de gotûbêj kirin
Herêma Kurdistanê û Koreya Başûr li ser hemahengiya zêdetir di navbera xwe de, bi taybetî bi rêya projeyên pêşkeftinê yên ku ji aliyê ajansa KOICA (Korea International Cooperation Agency )ve têne piştgirî kirin, nîqaş kirin.
Konsulxaneya Giştî ya Koreya Başûr li Hewlrêrê ragehandiye: Îro 07.09.2025, Konsulê giştî Senchol Lim, bi Joonyong Jong, Nûnerê Herêmî yê KOICA - Erbil re, hevdîtinek avaker bi Sefîn Dizeyî, Berpirsê Têkiliyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re pêk anî.
Amaje bi wê jî hatiye dayîn, “Di hevdîtinê de, wan pêşketinên dawî yên li herêmê nîqaş kirin û li ser çend mijarên di derbarê encamdana hemahengiya zêdetir di navbera Kore û Herêma Kurdistanê de, bi taybetî bi rêya projeyên pêşkeftinê yên ku ji hêla KOICA ve têne piştgirî kirin, gotûbêj kirin.”
Herwaha hatiye ragehandin ku Serdan têkiliya xurt û pêşkeftî ya di navbera Kore û Herêma Kurdistanê de nîşan dide, ku li ser bingeha rêzgirtina dualî, hemahengî û vîzyonek hevpar ji bo pêşkeftin û serfiraziyê ye.
Basnews
