• Friday, 06 February 2026
logo

Qasim Arecî: Êrîşkarên parzûngehên petrolê yên Herêma Kurdistanê hatin destnîşankirin

Gulan Media September 8, 2025 Nûçe
Qasim Arecî: Êrîşkarên parzûngehên petrolê yên Herêma Kurdistanê hatin destnîşankirin

 Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Arecî ragihand, “Ew komîteya ku ji aliyê Serokwezîrê Iraqê ve ji bo lêkolîna li ser êrîşên bi dronan ên li ser parzûngehên petrolê yên Herêma Kurdistanê hatiye çêkirin raporta xwe pêşkêş kiriye, wan jî destnîşan kirine yên ku ew êrîş kirine û bi hêviya Xudê ew êrîş dê careke din dubare nebin.”

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê ji medyaya Iraqê re got ku, komîteya wan serdana wan cihan kiriye yên ku bi dronan êrîşî wan hatiye kirin û raporta xwe bi îmzeya hemî endamên wê komîteyê pêşkêş kiriye.

Qasim Aracî amaje bi wê jî da, “Di wê raportê de ew alî hatine destnîşankirin ên ku ew êrîş kirine û sînor hatine danîn û bi hêviya Xudê ew êrîş careke din dubare nabin.”

Navbirî red kir ku navê aliyên êrîşker û cihê arastekirina wan êrîşan, ka ji axa Iraqê an ji derveyî axa Iraqê bûye, eşkere bike û ragihand ku, hemî zanyarî di wê raportê de bi berfirehî hatine behskirin.

Di êvara 14ê Tîrmeha 2025an de, di saet 8:20 û 8:25ê êvarê de, du bombebaranên bi dronan êrîşî zeviya petrolê ya Xurmala li parêzgeha Hewlêrê kirin. Li gorî Wezareta Çavkaniyên Xwezayî, "tu qurbanî çênebûne û tenê boriyên avê yên santralê zirar dîtine." Ji destpêka Tîrmehê ve, 38 êrîşên bi dron û mûşekan li ser bajarên Herêma Kurdistanê hatine kirin, neh ji wan êrîşan jî li ser zeviyên petrolê hatibûn kirin, ew jî zeviyên Xurmele, Kormor, Sersink, Etrûş, Bay Hesen, Pêşxabûr, Tawkê û Hunt Oil bûn. Êrîşên din jî li ser hêzên ewlehiyê û balafirxaneyan hatine kirin.

Şandeke payebilind a Iraqê bi serokatiya Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî Qasim Arecî li roja Duşemê (28ê Tîrmeha 2025ê) gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ve pêşwaziya wî hat kirin.

Qasim Arecî di konferanseke rojnamevanî ya hevpar de bi Rêber Ehmed re ragihand, "Êrîşên bi dronan ên li ser Herêma Kurdistanê zirarê didin navûdeng û aboriya Iraqê. Em wan êrîşan şermezar dikin û êrîşker dê bên cezakirin."

Ji destpêka Tîrmehê ve, 38 êrîşên bi dron û mûşekan li ser bajarên Herêma Kurdistanê hatine kirin, neh ji wan êrîşan jî li ser zeviyên petrolê hatibûn kirin, ew jî zeviyên Xurmele, Kormor, Sersink, Etrûş, Bay Hesen, Pêşxabûr, Tawkê û Hunt Oil bûn. Êrîşên din jî li ser hêzên ewlehiyê û balafirxaneyan hatine kirin.

Şandeke payebilind a Iraqê bi serokatiya Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî Qasim Arecî li roja Duşemê (28ê Tîrmeha 2025ê) gihîştibû Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ve pêşwaziya wê şandê hat kirin.

Qasim Arecî di konferanseke rojnamevanî ya hevpar de bi Rêber Ehmed re ragihand, "Êrîşên bi dronan ên li ser Herêma Kurdistanê zirarê didin navûdeng û aboriya Iraqê. Em wan êrîşan şermezar dikin û êrîşker dê bên cezakirin."

 

Basnews

Top