• Friday, 06 February 2026
logo

Damezrênerê Mala Kurdî ya Belcîkayê Pieter Geirits koça dawî kir

Gulan Media September 7, 2025 Nûçe
Damezrênerê Mala Kurdî ya Belcîkayê Pieter Geirits koça dawî kir

Damezrênerê Mala Kurdî ya li Belcîkayê û dostê mezin ê gelê Kurd Pieter Geirits, di 95 saliya xwe de koça dawî kir. 

Pieter Geirits bi awayekî aşkere dostanî û piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd nîşan dabû û bi pere û derfetên xwe, di sala 1996an de Mala Kurdî li paytext Brukselê damezrand. Ev navend bi salan e ku mêvandariya çalakiyên çandî, siyasî û hunerî dike.

Termê Pieter Geirits dê îro 6ê Îlona 2025an, li Brukselê ji axê re were spartin.

Hevjîna Pieter Geirits, Perwîn Cemîl Paşa ye ku bi xwe Kurd e û niha serpereştiya Mala Kurdî dike.

Navendek ji bo parastina ziman û çanda Kurdî

Mala Kurdî li Belcîkayê weke navendeke girîng ji bo perwerdekirina zarokên Kurd bi zimanê dayikê tê dîtin, da ku ziman û çanda Kurdî di nava nifşên nû de zindî bimîne û pêş bikeve.

Ji bilî çalakiyên çandî, Pieter Geirits weke piştevan û alîkarê penaberên Kurd li Belcîkayê dihat naskirin. Wî bi dilsozî û hevalane alîkariya Kurdan dikir da ku jiyaneke nû ava bikin.

 

K24

Top