SOMO: Hemû amadekarî ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê temam bûne
Rêveberê Giştî yê kompanyaya SOMO ragehand ku hemû amadekarî ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê qediyane.
Elî Nizar rêvebirê giştî yê kompanyaya SOMO di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de di derbarê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de ragehand: "Me her tiştê derbarê peyman û girêbestan de temam kiriye û hemû amadekarî ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê ku ji bendera Ceyhanê were şandin hatine kirin û em li benda gihîştina petrolê ne."
Herwaha got, "Wezareta Petrolê ya Iraqê û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewlên xwe dane da ku ev pirsgirêk bi dawî bibe.”
Amaje bi wê jî da ,"Biryarên ku ji aliyê Encûmena Wezîrên Iraqê ve di vî warî de hatine dayîn û rêbaza pêkanînê zelal in da ku mafên şîrketên hilberîna petrolê garantî bikin.”
Basnews
