Bedran Çiya Kurd bi nûnerê Durziyan re civiya
Berpirsên Rêveberiya Xweser bi nûnerê Durziyan Şêx Ebû Yûsif Emîn El Sayix re civiyan.
Alîkarê Hevserokatiya Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd, li bajarokê Şaronê yê navçeya Elyayê ya Libnanê çû serdana nûnerê Durziyan Şêx Ebû Yûsif Emîn El Sayix.
Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Libnanê Ebdulselam Ehmed, siyasetmedarên Libnanî Mahir Ebû Şeqra, Ela El Sayix, Şêx Tewfîq El Sayix û Şêx Ekrem El Sayix jî beşdarî hevdîtinê bûn.
Bedran Çiya Kurd tekezî li ser "girîngiya domandina pêwendiyan li gel hemû pêkhateyên Sûriye û Libnanê kir".
Li gorî çavkaniyên xwecihî, Bedran Çiya Kurd piştgiriya xwe ya ji bo Siwêdayê anî ziman.
Li aliyê din, hat ragihandin ku Şêx El Sayix jî "bal kişandiye ser girîngiya bihêzkirina pêwendiyên Kurd û Durziyan" û spasiya Rêveberiya Xweser kiriye.
Siyasetmedar Mahir Ebû Şeqra, ezmûna Rêveberiya Xweser wekî "mînakeke ku divê li seranserî Sûriyeyê were bicihkirin" bi nav kir.
Ela El Sayix jî tekezî li ser girîngiya sîstemeke nenavendî, piralî û demokratîk kir.
