• Friday, 06 February 2026
logo

Heşt Kurd namzed in: 'Partiya Parêzgaran piştgiriya serxwebûnê Kurdistanê dike'

Gulan Media September 6, 2025 Nûçe
Heşt Kurd namzed in: 'Partiya Parêzgaran piştgiriya serxwebûnê Kurdistanê dike'

 Tenê du roj mane ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Norweçê ku biryar e 8ê Îlonê xelk biçe ser sindoqan.

Hilbijartinên Parlamentoya Norweçê di 8ê Îlonê de tên lidarxistin û heşt Kurd xwe wekî namzed dane nasîn.

Di nav wan de, Derya Qadir, namzeda Partiya Parêzgaran, balê dikişîne ser piştgiriya partiya xwe ya ji bo serxwebûna Kurdistanê.

Derya Qadir: "Xizmetkirin erka min e"

Derya Qadir ku bîst û du sal in li Norweçê dijî, li ser lîsteya Partiya Parêzgaran a herêma Østfoldê berbijêr e. Derbarê sedema namzediya xwe de Deryayê got, "Wekî Kurdek û welatiyeke Norweçê, min ev wekî erkê xwe dît ku xizmeta gel û welatê xwe bikim. Parlamento platformeke ji bo çêkirina guhertinan e û ez jî dixwazim bi vê rêyê guhertinên erênî pêk bînim."

Deryayê tekezî li ser parastina nirxên wekî hevkarî, mafên takekesî, azadiya derbirînê û têkiliyên malbatî kir.

Partiya Parêzgaran: "Em piştgiriya Kurdistaneke serbixwe dikin"

Deryayê diyar kir ku Partiya Parêzgaran, ji destpêka damezrandina xwe ve, tekane partiya li Norweçê ye ku di bernameya xwe de bi awayekî zelal piştgiriyê dide serxwebûna Kurdistanê.

Li gorî Deryayê, serokê partiyê Eric Sele, dostekî nêzîk ê Kurdan e û ne tenê bi gotinê lê bi kiryarê jî piştgiriya xwe nîşan daye.

Ew bi cil û bergên Kurdî beşdarî gelek boneyan bûye û di dema referandûma serxwebûnê de jî wekî çavdêrekî navneteweyî li Herêma Kurdistanê bûye.

Planên partiyê: Konferans li ser serxwebûnê û konsulxane li Hewlêr û Rojavayê Kurdistanê

Siyasetmedara Kurd da zanîn ku wê berî bernameyê bi serokê partiya xwe re axiviye.

Sele jê re gotiye ku eger bi ser bikevin, plana wan ew e ku pêşî konferansekê li ser serxwebûna Kurdan û têkoşîna li dijî DAIŞê li dar bixin. Her wiha, ew dixwazin ji bo xurtkirina pêwendiyên aborî û çandî, konsulxaneyan li Hewlêr û Rojavayê Kurdistanê vekin.

“Rola dengderên Kurd diyarker e”

Deryayê derbarê şansê xwe yê serkeftinê de bawer e ku Kurdên li Norweçê, wekî civakeke çalak, dikarin roleke diyarker bilîzin.

Ew bang li hemû Kurdan dike ku bêyî cudahî biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.

 

Rudaw

Top