• Friday, 06 February 2026
logo

Nebîl Mersûmî: Pêwîste bi awayekî lez kar ji bo çareseriya pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê bê kirin

Gulan Media September 6, 2025 Nûçe
Nebîl Mersûmî: Pêwîste bi awayekî lez kar ji bo çareseriya pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê bê kirin

Pisporê aborî û rexnegirê siyasi yê Iraqê, di tora xwe ya fermî ya facebokê de ragehand: ‘’Li gor çavkaniyên nav OPECê, di meha Tebaxê de Iraqê rojane 3 milyon û 458 hezar bermîl petrol di rojekî de hatiye henarde kirin û şandin. Ew jî bi rêya av û behrê ve û li gor wê be Iraq rojane nêzîkî 3.5 milyon bermîlên petrolê rojane henardekirinê re nêzîk bûye.

Herwaha got: ‘’Eger ew rêje bilind bibe ji bo mehên pêş me, pêwîste bi awayekî lez kar ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê bê kirin û lihevtêgeheştina li gel Tirkiyê bê kirin, ji bo henardekirina petrolê bi rêya bendera Ceyhanê ve pêkbê. Ji bo ku Iraq bikare petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûk jî li gel bi wê rêyê ve bişîne, ku rojane digehe nîv milyon bermîlên petrolê yên rojane. Ew jî dê rola wê hebe di kêmkirina kêmanîna darayî û budceyê, ku naha Iraqê ji ber wê dikşîne û dinale.’’

 

Basnews

Top