Li Îranê 58 kes ji ber lixwekirina cilên kurdî cezayê girtîgehê ji wan re hat dayîn
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw îro Sêşemê ragihand ku 58 welatiyên Kurd li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê (Mahabad, Bokan, Pîranşar, Şino) bi tohmeta lixwekirina cilên Kurdî sê meh cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn.
Li gorî wê nûçeyê, 58 welatiyên kurd ji aliyê basê Dadgeha Şoreşê ya bajarê Pîranşarê ve sê meh cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn û li hember wê cezayê sê mehî, ji her yek ji wan girtiyan bi qasî 24 mîlyon tûmenê Îranê cezayê pere hatiye xastin.
Herwaha hatiye gotin, ku weşandina wêneyên welatiyên Kurd ên ku cilên Pêşmergeyên Kurd li dawetekê li xwe dikirin wekî delîl ji bo tawanbarkirina wan hatiye bikaranîn.
Basnews
