• Saturday, 07 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî ji bo roja bûna Pêxemberê Îslamê

Gulan Media September 4, 2025 Nûçe
Peyama Serok Barzanî ji bo roja bûna Pêxemberê Îslamê

Serok Barzanî bi helkefta roja bûna Pêxemberê Îslamê peyamek parve kir û tê de pîrozbahî li hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Bi helkefta hatina roja bûna Pêxemberê Mezin Hesretê Mihemed (Silavên Xudê li ser bin) û cejna mewlûdê, ez bi germî pîrozbahiyê li hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.

Em ji Xudayê mezin dixwazin ku, di vê helkefta pîroz de deriyê dilovanî û bereketa xwe ji bo gelê Kurdistanê û hemî gelên deverê veke û ev helkefta pîroz bibe sedema bidawîhatina şer, êş û azarên miletan û aştî, edalet û pêkvejiyan bi ser devera me û hemî cîhanê de bigire.

Weselamû Eleykûm Werehmetulahî Weberekatuhû

Mesûd Barzanî

 

K24

Top