• Saturday, 07 February 2026
logo

Serokwezîr Barzanî li Hewlêrê beşdarî merasîma Mewlûdê bû

Gulan Media September 4, 2025 Nûçe
Serokwezîr Barzanî li Hewlêrê beşdarî merasîma Mewlûdê bû

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Îlonê li Mizgefta "Sewaf" a li Hewlêra paytext, beşdarî merasîma bîranîna jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed (Silavên Xwedê li ser bin) bû.

Her di vê boneyê de, Serokwezîr Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî tevahiya misilmanên Kurdistanê û cîhanê kir.

Di peyamê de, Barzanî hêviya xwe anî ziman ku ev bîranîna pîroz bibe derfetek ji bo bihêzkirina nirxên bilind ên mirovahiyê û got: "Hêvîdar im ev bîranîna pîroz bibe derfetek ji bo zêdetir bihêzkirina nirx û bingehên bilind ên mirovahiyê, û herwiha geşkirina aştî, hevahengî, pêkvejiyan û dadperweriyê."

Di dawiya peyama xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: "Cejna jidayikbûna Pêxember pîroz be û Xwedayê mezin Kurdistanê biparêze."

 

K24

Top