• Saturday, 07 February 2026
logo

Seîd Herkî: Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê jî kete bin destê Heşdî Şeibî

Gulan Media September 4, 2025 Nûçe
Seîd Herkî: Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê jî kete bin destê Heşdî Şeibî

 Endamekî berê yê parlamentoya Kurdistanê amaje bi wê dike, ku hemû warên darayî yên Iraqê ji desthilata yasadan û cîbicîkirinê ketiye bin destê milîsên Heşdî Şeibî, piştî ku Tusif Kîlabî wek Serokê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê hat hilbijartin.

Li gor agahiyên BasNewsê Îro çarşemê bi fermî danîna Yûsif Kîlabî, parlamenterê Ereb ê Şîe ku yek ji kesên ser bi milîsên Heşdî Şeibî ye, bi Serokê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê hat diyar kirin, di demekî de ku berê bi xwe guman li ser endambûna xwe jî di lijneyê de hebûye.

Di vê derbarê de endamê berê yê parlamentoya Kurdistanê Seîd Herkî ji BasNewsê re ragehand: “Taîf Samî, Wezîra Darayî yê Iraqê, wekî kesayetiyek sereke di ware darayî di desthilata cîbicîkirinê ya Iraqê de, di bin bandor û zexta milîsan de ye, her kes vê rastiyê dizane, her wek berê  Sirwe Ebdulwehîd, parlamentera “Newey Nwê”Nifşê Nû, ku hevala milîsan e. Niha ku Yûsif Kilabî wekî serokê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê hatiye tayînkirin, ev tê vê wateyê ku milîs hemî beşên sektora darayî di her du desthilatên yasadanîn û cîbicîkirinê yên Iraqê de kontrol dikin, ji ber ku Yûsif Kîlabî jî bi xwe nek ku her li ser milîsane, bigre hejmareke pir pare bi navê hêzeke milîsan ji hikûmetê werdigre û kes jî nizane ku ew li kuderêne.

Ronî jî kiriye: “Milîs bi rêya kontrol kirina lijneya darayî ya parlamentoya Iraqê û wezareta darayî ya Iraqê, dixwazin hemû darayî û aboriya Iraqê bi dest bixin û hemû yasa û biryaran bi wî awayî ku di berjewendiya xwe de derbixin. Herwaha dixwazin bi rêya parlamento û hikûmeta federal ve hemû karên neyasayî û qaçaxçitî û bi heder dan û diziyên xwe ji dahata giştî ya Iraqê veşêrin.”

Seyîd Herkî di wê baweriyê de ye ku radestkirina warên darayî yên herdu desthilatên parlamento û hikûmeta Iraqê bi kesên ser bi milîsan, berovajî daxwazên Amerîkayê ye ku dixwaze destê milîsên ser bi welatên herêmî di nav saziyên yasadanan û dadwerî û cîbicîkirinan li Iraqê bê birîn û dawî li serdestiya milîsan li Iraqê bîne, ji ber wê dûr nîne ev mijar hindê din bibe sedema bi hederdana dahat û sermayeyên Iraqê ji bo razîkirina eniyeke herêmî, herwaha hindê din jî Amerîka û hevpeyman li Iraqê aciz bike ku di encamda her dîsa Iraq baca wê dide.”

 

Basnews

Top