Civata Wezîran gotûbêja naveroka civînên navbera şandeya danûstankar ên li gel Bexdayê dike
Îro 03.09.2025ê Civata Wezîran bi serpereştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî ve dicive û du mijar dê bên gotûbêj kirin.
Di beşa yekem de rêveçûna gotûbêjên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê di bin ronahiya civînên wê dawiyê yên di navbera şandeya danûstankar û lijneyên hevbeş ên herdu aliyan di derbarê dosyaya dahatên Derveyî-Petrolê û dosyaya henardekirina petrola Herêma Kurdistanê, di bin ronahiya biryarên Civata Wezîran û lihevtêgeheştin û civînên hevbeş ên lijneyan bên aşkera kirin.
Di beşa duyem de pêşneyara Wezaretê Navxwe ya derbarê pêdiviyên cîh bi cîhkirina sîstema nû ya derxistina moleta ajokariyê li rêveberiya trafîka Herêma Kurdistanê dê bê gotûbêj kirin.
Basnews
