• Saturday, 07 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî bi Balyozê Fransayê re civiya

Gulan Media September 3, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî bi Balyozê Fransayê re civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Îraqê Patrick Durel û şandeya pê re kir.

Li gorî daxuyaniya Serokwezîriya Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Fransayê yê Hewlêrê Yann Braem jî amade bû.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku behsa pêwendiyên dualî, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û amadekariyên ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraqê hatin kirin.

Di civînê de hat tekezkirin ku divê wekî herêmeke federal û li ser bingeha destûrê, bi awayekî dadperwerane rêz li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê were girtin û para wê ya budceyê û şayisteyên wê yên darayî bêyî pirsgirêk û astengî bên şandin.

Her wiha derbarê hewl û gotûbêjên ji bo avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de nêrîn hatin guhartin û rewşa giştî ya Îraqê hat nirxandin.

 

Rudaw

Top