• Saturday, 07 February 2026
logo

Serokê Hikûmetê pêşwazî li şandeke Tirkiyê kir

Gulan Media September 3, 2025 Nûçe
Serokê Hikûmetê pêşwazî li şandeke Tirkiyê kir

 Roja 2.09.2025, Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şandeke Tirkiyê bi Serokatiya Balyoz Elîriza Gûney, rêvebirê giştî yê kar û barên Iraq û Îranê li Wezareta Derve ya Tirkiyê kir.

Herwaha di hevdîtinê de Erman Tomçû, Konsulê giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê amade bû, pêşketinên pêywendiyên du alî  li ser bingehê berjewendiyên hevbeş û rewşa giştî ya Iraq û navçeyê hatin nirxandin.

Di hevdîtinê de pêwîstiya çareser kirina pirsgirêkên Herêma Kurdistan û hikûmeta Federal û misogerkirina mafên destûrî û beşa bûdceya Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî û guhertinên li Sûriyê û parastin û garantîkirina mafên gelê kurd û pêkhateyên din yên wî welatî û proseya aşitiyê li Tirkiyê hatine nirxandin.

Top