• Saturday, 07 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî bi heyeteke Tirkiyeyê re civiya

Gulan Media September 2, 2025 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî bi heyeteke Tirkiyeyê re civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Birêvebirê Giştî yê Kar û Barên Îraq û Îranê yê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Alî Riza Guney û heyeta pê re pêşwazî kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Di civînê de pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re rewşa navxweyî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û hilbijartinên paşerojê yên Îraqê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan pesnê asta pêwendiyên di navbera xwe de da û tekezî li ser berfirehkirina hevkariya hevbeş a di warên cuda de kir.”

Konsulê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu jî di civînê de ku amade bû.

Her wiha rewşa ewlehiyê ya herêmê, pêşhatên dawî yên Sûriye û Rojhilata Navîn, bandor û encamên wan û "çend mijarên din ên girîng ên hevbeş" hatin gotûbêjkirin.

 

Rudaw

Top