• Saturday, 07 February 2026
logo

UNDP: Em pîrozbahiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ji bo damezrandina sîstema pêwera zîrek, ku li Iraqê pêşeng bû

Gulan Media September 2, 2025 Nûçe
UNDP: Em pîrozbahiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ji bo damezrandina sîstema pêwera zîrek, ku li Iraqê pêşeng bû

Serokê Yekîneya Rêvebiriya Deynan a Bernameya Pêşveçûnê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) pîrozbahî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo danîna sietên elektrîkê yên jîr ango pêwera zîrek û got ku Ajansa Hevkariya Navneteweyî ya Japonya (JICA) pêdiviyên sektora elektrîkê ya Iraqê dinirxîne.

Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro duşemê ragehand ku Wezîrê Elektrîkê Kemal Mihemed Salih pêşwazî li Chinami Yegochi, Seroka Yekîneya Rêvebiriya Deynan a Bernameya Pêşveçûnê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) û şandeya pê re kir.

Wezaretê ragehandiye ku di hevdîtinê de, Wezîrê Elektrîkê spasiya xwe ji Japonya û Ajansa Hevkariya Navneteweyî ya Japonya (JICA) re ji bo piştgiriya wan a berdewam di projeyên girîng ên pêşveçûnê de li Herêma Kurdistanê anî ziman.

Herwaha tekezî li ser hevkariyek xurt bi UNDP re kiriye, ku di rola wê de wekî rêvebireke çavdêriyê ji bo projeyên ODA yên Japonya li herêmê diyar e.

Yek ji mijarên hevdîtinê pêşxistina projeyên enerjiyê yên nû li Herêma Kurdistanê û temamkirina destpêşxeriyên heyî û girîngiya hevkariya teknîkî di pêşerojê de bû.

Seroka Yekîneya Rêvebiriya Deynan a Bernameya Pêşveçûnê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) destnîşan kir ku JICA niha pêdiviyên sektora elektrîkê ya Iraqê dinirxîne û destxwaşiyê bo avakirina pergala pîvandina jîr li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, ku li Iraqê pêşeng bûye. Herwiha pabendbûna UNDP-ê ya ji bo berdewamiya xizmetkirina wekî rêvebireke çavdêriyê ji bo projeyên ODA yên Japonî li Iraqê dubare kir.

Di hember de, Wezîrê Elektrîkê girîngiya rola Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina projeyên pêşveçûnê û beşdarbûna di aramiya giştî ya Iraqê de tekez kir.

 

Basnews

Top