• Saturday, 07 February 2026
logo

Îran 100 kesan bi tometa sîxortî kirina ji bo Îsraîlê li darve dike

Gulan Media September 2, 2025 Nûçe
Îran 100 kesan bi tometa sîxortî kirina ji bo Îsraîlê li darve dike

Raportên rojavayî dibêjin ku Îran piştî êrîşa Îsraîlê ya li ser girtîgeha Evîn di 23ê Hezîranê de di dema şerê 12 rojan de, amadekariya darvekirina nêzîkî 100 kesan dike, bi tohmeta sîxuriya ji bo Îsraîlê.

Rojnameya Sunday Times ji zarê parêzerekî ku ji aliyê Şerq el-Ewset ve hatiye vegotin, gotiye ku rayedarên Îranê li dijî girtiyan helmet dane destpêkirin û hin dadwer di wê baweriyê de ne ku Îran divê tola kuştina rêvebirên xwe hilîne, her çend desthilata dadweriyê bi lezeke ku nayê pêşbînî kirin, bêyî şopandina prosedurên qanûnî cezayên li darvekirinê pesend dike jî, hejmar wan gihîştiye 100 kesan.

Herwaha ew parêzer dibêje, "Hin ji wan kesên ku bi sîxuriya ji bo Îsraîlê têne tawanbarkirin, di destpêkê de ji ber beşdarbûna di xwepêşandanên girseyî yên li dijî rejîma Îranê de hatibûn girtin, lê niha li ser dozên çêkirî û îtîrafên ku di bin îşkenceyê de hatine girtin, têne cezakirin."

Rêveberiya Têkiliyên Giştî ya Spaha Pasdaran li parêzgeha Xorasanê vê dawiyê girtina heşt kesan bi tohmeta girêdana bi Mossadê re ragihand.

 

 

Basnews

Top