• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Sûdanê erd şimitî û hezaz pêkhat: Herî kêm hezar kes mirin

Gulan Media September 2, 2025 Nûçe
Li Sûdanê erd şimitî û hezaz pêkhat: Herî kêm hezar kes mirin

Li herêma Çiyayên Marra yên rojavayê Sûdanê, erd şimitî û hezaz û hezinekî mezin a li ser erdê, gundek bi tevahî wêran kir. Tevgera Rizgariya Sûdanê/Artêşa Sûdanê (SLM) ragihand ku di bûyerê de herî kêm 1000 kes mirine, tenê yek sax maye û ji bûyerê rizgar bûye.

Li gorî daxuyaniyek ji aliyê serokê SLM Abdulwahid Nour ve hatiye dayîn, hezîna erdê, ku piştî barana giran a 31ê Tebaxê çêbû, gund wêran kir.

Li gor agahiyên destpêkê hemû şênî û niştecîhên gund mirine, tenê yek kes sax maye.

Tevgera SLMê bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî kir, ku termên qurbaniyan ji bin axê bên derxistin û gund bi temamî bi erdê re bûye yek û di nav wan de jin û zarok hene û ji bo derxistina banga alîkariyê kir.

Li herêma Darfûrê şer û krîza mirovî

Şerê navxweyî yê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez de li Sûdanê ketiye sala xwe ya sêyemîn. Şer û pevçûn, bi taybetî li El-Feşar, dijwar bûne û li Darfûrê birçîbûn û xela hatiye ragihandin.

Bi deh hezaran kes mirine û bi mîlyonan kes jî bê cih û war mane, ji ber vê yekê nêzîkî çar mîlyon kes neçar mane ku paytext Xartûmê biterikînin.

Şîdet û şerê li herêmê rê li ber gihandina alîkariya navneteweyî digire.

Banga alîkariya lezgîn

Parêzgarê alîgirê leşkerî yê Darfûrê, Minni Minnavi, hezaz wekî "trajediyek mirovî ku sînorên herêmê derbas dike" bi nav kir û ji rêxistinên navneteweyî daxwaza alîkariya lezgîn kir.

 

Basnews

Top