Serokê Hikûmetê pêşwazî li şandeke Îmaratê kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîra Dewletê ya Karûbarên Derve ya Îmaratê Noura El Kebî tekezî li ser pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera her du aliyan de kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 1.09.2025, pêşwazî li şandeyeke payebilind a Îmaratê bi serokatiya Wezîra Dewletê ya Karûbarên Derve Noura El Kebî kir.
Di civînê de, ku Wezîrê Rewşenbîriyê yê Îmaratê Şêx Salim bin Xalid El-Qasimî û hejmareke berpirsên din ên wî welatî jî amade bûn, girîngiya bihêztirkirina pêwendiyên dostane û taybet ên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de hate gotûbêjkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya berdewam a serkirdatiya Îmaratê, bi taybetî Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid û Cîgirê Serok û Serokwezîr Şêx Mihemed bin Raşid, anî ziman.
Ji aliyê xwe ve, şandeya Îmaratî bal kişand ser pêgeha girîng a Herêma Kurdistanê û amadehiya welatê xwe ji bo berfirehkirina hevkarî û hevahengiyê di hemû waran de dubare kir.
Rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û pêşhatên dawî yên li Sûriyê, mijarên din ên civînê bûn.
Basnews
