Wezareta Darayî dest danî ser hejmarek mulkên Kompanyayên Naliya û Çavî
Wezareta Darayî û Aboriyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, dê hemû wan mulkên Kompanyaya Naliya û Kompanyaya Çavî yên ku hatine desteserkirin, bi rêya mezadeke eşkere bifiroşe. Hat diyarkirin ku hejmara mulkan 60 e û ev pêngav ji bo wergirtina deynê kompanyayê ye ku gihîştiye nêzîkî 92 milyar dînaran.
Di daxuyaniyekê de ku îro 31ê Tebaxa 2025an hat belavkirin, wezaretê tekez kir, ev pêngav li ser bingeha biryarên dawî yên dadgehê tê avêtin. Biryara Serokatiya Dadgeha Pêdaçûnê ya Herêma Kurdistanê ya di sala 2021an de û herwiha biryarên Rêveberiya Cîbicîkirinê û Dadgeha Îstînafê ya Silêmaniyê yên di sala 2024an de, doz bi temamî di berjewendiya Wezareta Darayiyê de yekalî kirine û destûr dane ku mulkên kompanyayê ji bo vegirtina deynan bên desteserkirin û firotin.
Tê ragihandin, dê bi giştî 60 mulk bên firotin, ku di nav de gelek parçe erd, otêl, kafeterya û kabîneyên geştyarî hene. Mîqdara deynê ku li ser Kompanyaya Naliyayê kom bûye, bi awayekî fermî 91 milyar û 760 milyon û 660 hezar û 350 dînaran e.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê jî kir, Kabîneya Nehem a hikûmetê ji destpêkê ve bi awayekî cidî li ser vê dosyayê xebitiye. Hat bibîrxistin ku di sala 2021an de hewldaneke firotina çar parçe erdan hatibû kirin, lê piştî ku derket holê ku ew erd ji bo qadên kesk û xizmetguzariyên giştî hatine terxankirin û bi awayekî yasayî firotina wan ne pêkan e, pêvajo hatibû rawestandin. Piştî wê, tîmeke pispor careke din li ser dosyayê xebitî û mulkên ku ji bo firotinê guncaw in, hatin destnîşankirin.
Ev pêngava dawî li ser daxwaza "Banka Silêmaniyê ya Yekemîn" a ser bi Wezaretê ve tê, piştî ku Kompanyaya Naliya gelek caran hatiye agahdarkirin, lê deynê xwe venegerandiye. Wezareta Darayî diyar dike ku ew mafê xwe yê yasayî bi kar tîne û bang li her kes û aliyên ku dixwazin beşdarî mezadê bibin, dike ku piştî belavbûna agahdariya fermî di rojnameyên fermî de, rêkarên pêwîst bi cih bînin.
K24
