Mesrûr Barzanî pîrozbahî li yaneyên werzîşê yên Sanharîb, Akad û Qereqûş kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî serok, rahêner û lîstikvanên yaneyên voleybolê yên Sanharîb ji Dihokê, Akad ji Enkawayê û yaneya Qereqûş/Bexdîdayê kir, ji ber ku di Şampiyoniya Voleybola Jinan a Iraqê de, rêzên yekem, duyem û sêyem bi dest xistine.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 30î Tebaxê peyamek li ser platforma “X” belav kir û tê de tekez kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriyeke domdar dide werzîşvan û çalakiyên werzîşî, û hêviya pêşketin û serkeftinên zêdetir ji wan re xwest.
Tîma Sanharîb êvara Înê, piştî serkeftina li hember yaneya Akad Enkawa bi sê sêtan li hember sêtekê, sernavê Lîga Voleybola Jinan a Iraqê bi dest xist.
Ev maç li hola Akad Enkawa li bajarê Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, di nav amadebûna hejmareke mezin a temaşevanan de hat lidarxistin. Ev sernav, serkeftina duyemîn a li pey hev e ji bo yaneya Sanharib di Lîga Voleybola Jinan a Iraqê de.
K24
