Konsula Giştî yê Amerîkayê pesnê herdu projeyên Ronahî û Hejmara Min da
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsula Giştî ya nû yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê kir, di civînê de Konsula Amerîkayê pesnên herdu projeyan Ronakî (Ronahî) û Hejmara Min da.
Îro 31.08.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî ya nû ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê, Wendy Green kir. Di civînê de, Serokwezîr pîrozbahî li Konsula Giştî ya Amerîkayê kir ji ber erka wê û piştgiriya xwe ya tevahî ji bo serkeftina mîsyona wê anî ziman.
Serokwezîr her wiha spasiya Amerîkayê kir ji bo piştgiriya wê ya ji bo Herêma Kurdistanê di hemû waran de.
Di civînê de, Konsula Giştî yê Amerîkayê kêfxweşiya xwe ya ji bo destbikarbûna erkên xwe li Herêma Kurdistanê anî ziman û bal kişand ser girîngiya têkiliyên dostane yên di navbera her du welatan de û xwesteka welatê xwe ji bo xurtkirina têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re ji nû ve tekez kir. Herwaha teqez kir dê şandeyekî bazirganî ya Amerîkayê di demekî nêzîk de serdana Herêma Kurdistanê bike.
Konsula Giştî ya Amerîkayê her wiha reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên cûrbecûr de pesnê wan da, bi taybetî jî bal kişand ser girîngiya herdu projeyên Ronahî û Hejmara Min.
Pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, misogerkirina maf û mafên darayî yên gelê Kurd û ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê jî hatin nîqaşkirin.
Basnews
