• Saturday, 07 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî bi şanda danûstandinan a Herêma Kurdistanê re civiya

Gulan Media August 31, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî bi şanda danûstandinan a Herêma Kurdistanê re civiya

 Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Şanda Danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel hikûmeta federal civiya û li ser hin mijarên girîng danûstandin kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 31ê Tebaxa 2025ê) li gel şanda danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel hikûmeta federal civiya.

Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê parve kir, “Di wê civînê de, wê şandê encamên dawiyê yên nîqaşên xwe yên li ser mijarên teknîkî û qanûnî bi hikûmeta federal re berçav kirin û amaje da ku, wan data û zanyarên temam pêşkêş kirine û agahdariyên pêdivî li ser hemî mijar û pirsgirêkan pêşkêş kirine.”

Her di wê civînê de, tekez li ser girîngiya berdewamiya danûstandinan û lezandina rêya danûstandinan ji bo gihîştina lihevkirinê û dabînkirina mafên destûrî û qanûnî û mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê hat kirin.

 

K24

Top