HPGyê li ser êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da
Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê PKKyê ye ragihand ku êrişên artêşa Tirkiyeyê yên li ser qadên wan berdewam dikin.
PKKyê çend meh in agirbest ragihandiye û pêvajoya çareseriyê berdewam dike.
Lê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê di daxuyaniyekê de ragihand ku artêşa Tirkiyeyê êrişên xwe yên li hemberî hêz û qadên wan ên di nav axa Herêma Kurdistanê didomîne.
HPGyê diyar kir ku artêşa Tirkiyeyê 8ê Tebaxa 2025an "Qada Berxwedanê" ya serê Metînayê 4 caran bi çekên giran bombebaran kiriye û got:
“9ê Tebaxê jî dagirkeran hewl da li cihekî nû yê li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê ya herêma Metîna bi cih bibin û bi çekên giran bombe li tunelan barandin. Bi teknîkê midaxale li dagirkeran hat kirin.”
Hêzên Parastina Gel eşkere kir ku 11ê Tebaxê jî Qada Deşta Kafyayê ya herêma Gareyê 5 caran bi çekên giran hatiye bombebaran kirin û got:
“18 û 19ê Tebaxê jî Qada Berxwedanê ya Girê Baharê ya li herêma Şehîd Delîl a rojavayê Zapê 3 caran bi çekên giran hat bombekirin.”
HPGyê ragihand, "Di navbera 8 û 31ê Tebaxê de ÎHA û SÎHA (dronên bi çek û bê çêk) bi rengekî zêde li ser herêmên Zap, Metîna, Xakurk, Gare û Qendîlê geriyan û wan keşif kirine."
Rudaw
