Mesrûr Barzani biryarek di berjewendiya bi hezaran fermanberan de da
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryarek di berjewendiya bi hezaran fermanberên girtî û zîndaniyên siyasî de derxist.
Fermangeha Medya û Zanyariyan daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de hat gotin, bi nivîsa hejmara 9804 a Dîwana Encûmena Wezîran Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rezamendî li ser karkirin û berdewambûna wan fermanberên girtî û zîndaniyên siyasî ya heta temamkirina temenê 65 saliyê daye.
Herwaha hat ragehandin ev biryar hemû girtiyên siyasî yên di grubên 9 heta 15an de digire nav xwe û mûçeyên wan dê ji budceya wezaretên wan werin dayîn.
Basnews
