• Saturday, 07 February 2026
logo

Di dema hewldana ji bo vemirandina şewata daristanan li Pênciwênê de 2 ciwan şewitîn

Gulan Media August 30, 2025 Nûçe
Di dema hewldana ji bo vemirandina şewata daristanan li Pênciwênê de 2 ciwan şewitîn

 Du roje li gundên Meso û Helalawa yên sînorê qeza Pênciwêne, şewateke mezin derketiye û bi hezaran dar û bi doniman aqar û giya şewitîn. Di dema hewldana vemirandina şewatê de 2 ciwan jî şewitîn.

Li gor zanyariyên BasNewsê, du roje tîmên Parastina Sivîl û rêxistinên Milekewe û Xelo ya navçeyê hewldidin ji bo vemirandina şewata li Pênciwênê, lê ji ber mercên giran ên navçeyê û zêdeyiya pûş û giya û hebûna mîn û mayînan nekarîne kontrola şewatê bikin û daxwaza bi hewarçûna wan û alîkariyên zêdetir dikin.

Hêjayî gotinê ye bi sedan donim daristan û pûş û giya şewitiye, ji ber ku agir û şewateke bihêz heye û ew şewata îro 29.08.2025ê bû sedem ku 2 ciwan bi giranî birîndar bibin û bişewitin. Bi alîkariya xelkê deverê û tîmên tîmên tenduristiyê ve ew herdu ciwan ji nexwaşxaneyê re hatin veguhestin.

Ew du ciwan xwebexş bûn û xelkê gundê Kiwawan in û navên wan Bêstûn Ebdula û Alan Yusif in û di dema beşdariya vemirandina şewata gundê Helalawa ya Pênciwênê de birîndar bûn û piştî ew rakirin nexwaşxaneya Pênciwênê, ji nexwaşxaneya Silêmaniyê re hatin veguhestin.

 

Basnews

Top