• Saturday, 07 February 2026
logo

Serokwezîrê hikûmeta Hûsiyan a Yemenê ji aliyê Îsraîlê ve hate kuştin

Gulan Media August 30, 2025 Nûçe
Serokwezîrê hikûmeta Hûsiyan a Yemenê ji aliyê Îsraîlê ve hate kuştin

Kanala Komarî ya Yemenê, ku li bajarê Edenê tê weşandin, bi piştgirêdana bi çavkaniyeke xwe ragehand, ku Ehmed Rehwî di şiqeyekî de li taxa Bêt Bus  li Sena hat kuştin.

Desteya weşanê ya Îsraîlê bi piştgirêdana bi raportên Yemenê, kuştina Serokwezîrê Hûsiyan Ehmed Rehwî, di êrîşa esmanî ya Îsraîlê ya li ser Senayê piştrast kiriye. Kanala Komar a Yemenê, ku li bajarê Edenê weşanê dike, li gor çavkaniyên xwe, ragehandiye ku Rehwî di demekî de di şiqeyekî de bûye, li taxeke Senayê hatiye kuştin.

Herwaha saziyên ragehandinê yên Yemenê yên ser bi opozîsyona Hûsiyan jî kuştina Ehmed Rehwî, Serokwezîrê hikûmeta Hûsiyan (Hikûmeta Guhertin û Avakirinê) li yek ji êrîşên esmanî yên bo ser wê bajarê, piştrast kiriye.

Rewhî nêzîkî salekî bo ku posta Serokwezîrtiya hikûmeteke ser bi Hûsiyan bi dest anî bû li ser asta navneteweyî nehatibû naskirin û rola wî îdarî bû nek leşkerî yan jî siyasî.

Di heman demê de, malpera Yemenî "Xeta Berevaniyê", ku taybete di warê karûbarên ewlehiyê de, ragihand ku çend berpirsên payebilind ên hikûmeta Hûsî di êrîşeke li ser xaniyekî li komelgeha ewlehiyê ya li kêleka qesra serokatiyê li Senayê de hatine kuştin.

 

Basnews

Top