• Saturday, 07 February 2026
logo

Fermana Serok Barzanî hat bicîhanîn; elektrîka Helebceyê berî parêzgehên din bû 24 seetî

Gulan Media August 30, 2025 Nûçe
Fermana Serok Barzanî hat bicîhanîn; elektrîka Helebceyê berî parêzgehên din bû 24 seetî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, “Ez bi kêfxweşî radigihînim ku, Helebceya xweşevî parêzgeha yekê ye ku elektrîka wê bi temamî bûye 24 seetî û li Kurdistanê pîroz e.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî fermana Serok Barzanî ji bo dabînkirina elektrîka 24 seetî ji bo Helebceyê berî hemî parêzgehên din bi cîh anî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 28ê Tebaxa 2025ê) li ser pêşveçûnên projeya Ronakiyê di peyamekê de pîrozbahî li tevahiya şêniyênn Herêma Kurdistanê kir û got, "Ez bi kêfxweşî radigihînim ku, Helebceya xweşevî parêzgeha yekê ye ku elektrîka wê bûye 24 seetî.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, “Em amade ne ku alîkariya parên din ên Iraqê bikin, bi merema dabînkirina elektrîka 24 seetî.”

Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî her îro ragihand, “Elektrîka 24 seetî ji bo nêzîkî çar milyon welatiyan, ku dibe zêdetirî 50% ya şêniyênm Herêma Kurdistanê, di çarçoveya projeya Ronakiyê de hatiye dabînkirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja Pêncşemê (17ê Cotmeha 2024ê) di serdana xwe ya taxa Şadiyê ya bajarê Hewlêrê de projeya Ronakiyê ragihand.

Armanca projeya Ronakiyê ew e ku, 24 seetan elektrîkê ji welatiyan re peyda bike û jîngeha Herêma Kurdistanê bi vemirandina jeneratorên taybet paqij bike.

 

K24

Top