PSK: Êrîşa li ser karkerên Kurd li Nîgdeyê, êrîşek li ser gelê Kurd e
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi daxuyaniyekê êrîşa nijadperestî ya li ser karkerên Kurd ên demsalî yên li Nîgdeyê şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş, êrîşek li ser tevahiya gelê Kurd e.
Di daxuyaniya PSKê de hat gotin, karkerên Kurd ên ji bo xebata Sêwrekê çûbûn Nîgdeyê, rastî êrîşa nijadperest û faşîstan hatine. PSKê destnîşan kir ku ev êrîş di demekê de pêk hatiye ku rayedarên Tirkiyeyê her roj behsa biratiya Kurd û Tirk dikin.
PSKê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku "Ev êrîş bi zelalî dijminatiya gelê Kurd nîşan dide." Partiyê daxwaz kir ku êrîşkarên hanê demildest bên girtin û darizandin.
PSKê herwiha ragihand, ew ê vê êrîşê bi baldarî bişopînin û tekez kir ku ti êrîş nikare pêşiya daxwazên wekhevî, azadî û aştiya gelê Kurd bigire. Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Karker û zehmetkêşên Kurd ne bi tenê ne."
K24
