• Saturday, 07 February 2026
logo

Hêzên Amerîkayê ji Bexdayê vedikşin…Balefirgeha Bexdayê û Navçeya Kesk dê vala bikin

Gulan Media August 30, 2025 Nûçe
Hêzên Amerîkayê ji Bexdayê vedikşin…Balefirgeha Bexdayê û Navçeya Kesk dê vala bikin

Kanala Hedes belav kir ku, li gor zanyariyên ku bi dest wan ketine sibe roja şemiyê 30.08.2025ê hêzên Amerîkayê ji Bexda ya paytexta Iraqê dê xwe vekişînin.

Li gor heman kanalê ji çavkaniyekî belav kiriye, sibe hêzên Amerîkayê li binkeyê fermandariya operasyonên hevbeş a Bexdayê dê xwe vekşînin.

Herwaha li gor heman çavkaniyê sibe hêzên Amerîkayê dê ji Navçeya Kesk (Cîhê saziyên serekî yên dewletê) û Balefirgeha Bexdayê jî dê xwe vekşînin û vala bikin.

Ev di demekî de ye ku berî çend rojan hêzên Amerîkayê li binkeyê leşkerî yê Eyn Esedê xwe vekêşandin û ber bi binkeyên xwe yên li sînorê Hewlêrê û sînorê Sûriyê ve birêketin.

 

Basnews

Top