Peyama Mesrûr Barzanî li ser pêşketinên Projeya Ronakiyê
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek li ser projeya Ronakiyê parve kir û tê de ragihand, “Nêzîkî çar milyon welatiyan û zêdetirî 115 hezar cihên bazirganî li seranserî Herêma Kurdistanê niha bi rêya projeya Ronakiyê elektrîka 24 demjimêrî heye.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 28.08.2025, peyamek li ser projeya Ronakiyê parve kir û tê de ragihand, “Nêzîkî çar milyon welatiyan û zêdetirî 115 hezar cihên bazirganî li seranserî Herêma Kurdistanê niha bi rêya projeya Ronakiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê elektrîka 24 demjimêrî heye. Ev jî ji 50% ya şêniyên Herêma Kurdistanê zêdetir e, ku destkeftiya kêmtir ji salekê ye pişt ragihandina wê projeyê li Cotmeha 2024ê.”
Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Wekî ku me soz dabû, elektrîka 24 seetî berî dema xwe gihîştiye navenda bajarên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebçeyê. Ez kêfxweş im ku radigihînim, Helebçe parêzgeha yekê ya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye ku elektrîka 24 seetî bi temamî heye.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, "Ronakî tenê elektrîka berdewam û cihê bawerê nîne, belkî pareke sereke ya jiyarxweşiya civakê ye jî. Heta niha, zêdetirî 3,200 jeneratorên gazoîlê yên taxan hatine vemirandin, vê yekê jî taxên me ji bo zarokên me paqijtir, saxlemtir û ewletir kirine.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Amar nîşan didin ku, malbatan û bazirganan jî serederiya xwe ya bi elektrîkê re guhertiye: ew kêmtir elektrîkê bi kar tînin û di projeya Ronakiyê de, nêzîkî 80% ya xelkî li gorî pereyê ku berê ji jeneratorên xwe re dida kêmtir didin.”
Mesrûr Barzanî herwesa got, "Hîn jî karê me heye ku em bikin, soza me di cîhê xwe de ye, her malek û biznisekê dê heta dawiya sala 2026ê elektrîka 24 seetî hebe. Em amade ne ku alîkariya parên din ên Iraqê jî bikin, da ku eynî destkeftiyan bi dest bixin.”
Basnews
