• Saturday, 07 February 2026
logo

Ji ber sersariya ajokar 25 kes mirin, 27 kes jî birîndar bûn

Gulan Media August 27, 2025 Nûçe
Ji ber sersariya ajokar 25 kes mirin, 27 kes jî birîndar bûn

 Li Kabula paytexta Efxanistanê di qezaya ku otobuseke rêwiyan wergeriya de 25 kesan canê xwe ji dest da û 27 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Tolo Newsê, Berdevkê Wezareta Karên Navxwe yê Efxanistanê Ebdulmetîn Qanî derbarê qezaya trafîkê ya li Kabulê daxuyanî daye.

Qanî ragihandiye ku otobusa rêwiyan ji rê derketiye û wergeriyaye û di qezayê de 25 kes mirine û 27 kes jî birîndar bûne.

Qanî anî ziman ku sedema qezayê xemsariya ajokar bûye.

 

Rudaw

Top