• Saturday, 07 February 2026
logo

Dr. Şêrko Talabanî: beşek ji kuştiyên Hotel Lalezerê hatin komkujkirin

Gulan Media August 27, 2025 Nûçe
Dr. Şêrko Talabanî: beşek ji kuştiyên Hotel Lalezerê hatin komkujkirin

Siyasetmedarek dibêje ku tiştê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê li dijî Serokê Eniya Gel Lahur Cengî û xelkê li dora Otêla Lalazerê kiriye, komkujiye û li gorî yasayên navneteweyî sûc e.

Her diçe nerazîbûnên li dijî leşkerîkirina Silêmaniyê û bikaranîna tank û wesayîtên zirxî ji bo çareserkirina pirsgirêkên şexsî yên di navbera serokê YNKê û dijberên wî de zêde dibin.

Di vê çarçoveyê de, siyasetmedarê derveyî welat jiyan dike Dr. Şêrko Talabanî ji BasNewsê re ragehand: "Heta niha, di êrîşa li ser Otêla Lalezer de 35 heta 37 kes hatine kuştin. Beşek ji wan hatine komkujkirin . Wek mînak cenazeyên wan hatine şewitandin û guhên wan hatine jêkirin û beşek ji cenazeyan pişta otomobîlên leşkerî ve girêdane û wek sivikatî û heqaret ew komkirine û li ser hev danîne.’’

Herwaha ragehand, tiştê ku hatiye kirin li dijî mafên mirovan e û belge îspat dikin ku YNKê bi zanebûn û qesdî komkujiya Lalezer kiriye, ji ber vê yekê divê rêveberiya YNKê xwe ji wî tewanê hatiye kirin, eger ji aliyê hin kesan ve hatiye kirin wê ragehîne û bêgunehiya xwe ragehîne, yan jî ew hemû di vê tewanê de beşdar in. Wekî din, bi kesên girtî re muamele nemirovane hatiye kirin û hin ji wan bi şeq û sîleyan hatine lêdan û wêneyên wan hatine kişandin û dane medyayê."

Dr. Şêrko Talebanî got: "Em amadekariyê dikin ku li Ewrupa û dadgehên Ewrupî li dijî YNKê û tewanbarên ku ew tewan pêkanîne gilî bikin."

 

Rudaw

Top