Çavdêr: Şerekî dijwartir ji şerê 12 rojî birêve ye û Iraq jî di nav de ye
2 çavdêr li Bexda û Orşelîmê ji Ajansa Nûçeyan a ŞefeqNews re ragehandin ku şerekî dijwartir ji şerê 12 rojî yê di navbera Îran û Îsraîlê de li ber e ku pêk were, vê carê dê deverên hesas ên hevdû hedef bigrin.
Di heman demê de, her du çavdêran gotin ku şer ewqas berfireh dibe ku bandorê li Iraqê bike û dibe ku Iraq jî tevlî bibe.
Pisporê ewlehiyê yê li Bexdayê Muxlîd el-Derb ragehandiye: , "Vegera şer û pevçûna di navbera Îran û Îsraîlê de dê bandorek mezin li ser Iraqê bike ji ber ku piştgirên herî bi bandor ên Îranê li Iraqê dixebitin."
Herwaha dibêje, "Ger Iraq piştgiriyê bide eniya Îranê, dê ji Îsraîl û Amerîkayê bertekek tund li dijî Iraqê hebe, ku dê bibe sedema hilweşîna ewlehiya navxweyî ya Iraqê û îhtîmala hilweşandina komên terrorist jî dê hebe."
Di raportê de behsa nêrînên Husên Eldik, lêkolînerê karûbarên Îsraîl-Amerîkayê li Orşelîmê tê kirin û navborî dibêje, "Vê carê şerê li dijî Îranê dê pir dijwar be, û dibe ku piledarên yekem ên siyasî û leşkerî ya Îranî were hedefgirtin, bi armanca afirandina kaosê di hundirê Îranê de."
Herwaha hatiye diyar kirin, "Vê carê, Îsraîl hedefa çeperên leşkerî yên hesas ên Îranê, di nav de çavkaniyên enerjî, av û aborî yên welêt, digire da ku mirovan teşwîq bike ku ji dijî rejîmê derkevin."
Ew lêkolîner dibêje, "Armanca sereke ya Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê qutkirina têkiliyên di navbera Heşdî Şeibî, Hûsî, Hamas û Hizbulahê de bi Îranê re ye.”
Basnews
