Neteweyên Yekgirtî: Serederiyeke xirab bi girtiyên Lalezarê re hatiye kirin
UNAMIyê di ragihandinekê de nîgeraniyeke kûr li ser wan vîdyoyan nîşan da, ku tê de “serederiyeke xirab" bi girtiyên bûyera Hotela Lalezarê ya li Silêmaniyê re tê kirin. UNAMIyê di ragihandina xwe de herwesa daxwaza rêzgirtina li mafên mirovan û bicihanîna rêkarên qanûnî kir.
Şandiyê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) li ser bûyerên berî çend rojan ên Hotela Lalezarê û belavbûna vîdyoyên îşkencedana hejmareke girtiyên wê bûyerê ragihandinek parve kir.
UNAMIyê di wê ragihandinê de amaje da, "Ew vîdyoyên ku di medyayê de hatine weşandin û bûyerên li Lalezarê nîşan didin diyar dikin ku, serederiyeke xirab bi girtiyan re hatiye kirin û ev jî sedema nîgeraniyê ye."
UNAMIyê di wê ragihandinê de herwesa tekez li ser pêdivîtiya misogerkirina bicihanîna rêkarên qanûnî ji bo hemî girtiyên wê bûyerê jî kir.
Ev berteka Neteweyên Yekgirtî piştî wê yekê tê ku, hêzeke ewlehiyê ya girêdayî Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) di şeva 21-22ê Tebaxa 2025ê de bi ser Hotela Lalezarê ya Silêmaniyê girt.
Piştî pevçûnan bi çend seetan, Serokê Bereyê Gel Lahûr Şêx Cengî tevî xûşk û birayekên xwe û hejmareke zêrevanên xwe hat girtin.
Piştî wê bûyerê, çend vîdyo li ser torên civakî hatin belavkirin ku tê de hin endamên hêzên ewlehiyê sivkatiyê bi girtiyan dikin. Ev jî bû sedema gelek bertekan û weşandina vê ragihandinê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî jî ve.
Bûyera Lalezarê bû sedema kuştina çend kesan ji hêzên YNKê û zêrevanên Lahûr Şêx Cengî û bi dehan kesên din jî birîndar bûn. Çarenivîsa çend kesan jî hîn ne diyar e.
K24
