Parêzgeha Duhokê: 367 perçeyên erd li ser girtiyên siyasî, pêşmerge, qurbaniyên Enfalê û karmendan hatin belavkirin
Li Parêzgeha Duhokê 367 perçeyên erd li parêzgeha Duhokê ji bo girtiyên siyasî, qurbaniyên Enfalê, Pêşmerge û karmendan hatine belavkirin û di vê derbarê de jî parêzgarê Duhokê Elî Teter ragehand ku proje jî berdewame.
Îro 25.08.2025, parêzgariya Duhokê belav kiriye ku di projeya dabeşkirina parçe erdan ên ji bo Pêşmerge, fermanber, girtiyên siyasî û kesûkarên qurbaniyên enfalê, qurekêşî ji bo navê 367 kesan bo wergirtina parçe erdan hat kirin û ew proje jî berdewame.
Herwaha hatiye aşkera kirin, di wê hejmarê de 167 perçeyên erd ji bo girtiyên siyasî û qurbaniyên Enfalê li navçeya Sêmêlê bûye û 133 perçeyên din jî, ji bo girtiyên siyasî, karmend û Pêşmerge li Şarya û 67 perçe ji bo karmendên li navçeya Tenahê ne.
Di vê derbarê de, Parêzgarê Duhokê Elî Teter di civîneke çapemeniyê de ragehand: "Pêvajoya belavkirina erdê berdewam dike û dê di demek nêzîk de were berfireh kirin."
Herwaha diyar kir ku ji hemî aliyên peywendîdar re hatiye gotin ku belavkirina erdê tomar bikin ango ew erdana bên tapû kirin.
Hêjayî gotinê ye ku di nav kêmî salekê de 1048 perçeyên erd li parêzgeha Duhokê ji bo girtiyên siyasî û xizmên qurbaniyên Enfalê hatine belavkirin.
Basnews
