Serokomarê Tirkiyê: Yên ku berê xwe bidin Enqere û Şamê dê bi ser bikevin
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di daxuyaniya xwe ya derbarê pêvajoya çareseriya pirsa Kurd li Tirkiyê de, diyar kir ku tevî hewldanên sabotekirina pêvajoyê jî, xebat berdewam dike. Erdogan got, "Kesên ku berê xwe bidin Enqere û Şamê dê bi ser bikevin."
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di salvegera 954emîn a Serkeftina Melazgirê de daxuyanî da.
Erdogan got, "Îradeya bihêz a ku li Melazgirê dijmin têk bir îro li vir e," û got îradeya damezrîner a Tirk, Kurd û Ereban îro li vir e.
Serokomar ragehand: "Tirkiye îro hêviya bindest û mexdûran e. Em ê li ber tu hêzê serî netewînin."
Herwaha got: "Tevî hemû astengiyan, em careke din ji bo Tirkiyeyek mezin û bihêz hewl didin," û ragehand: "Li gel têkdan û tevî hewldanên sabotekirina pêvajoyê jî xebatên serxistinê berdewam dikin. Çi bikin bila bikin, vê carê ew ê bi ser nekevin. Vê carê, kes dê nikaribe li pêşiya hêviya ku bi piştgiriya miletê me hatiye afirandin bisekine."
Serokomar Erdogan got: "Me ev yek li Sûriyê dît û me berê jî li gelek deverên erdnîgariya dilê xwe dîtiye. Sibê, dîsa stargeha ewle ya bindestan dê Tirkiye û miletê Tirk be. Tirkiye garantorê ewlehiya Kurdên li Sûriyê ye. Yên ku rêya xwe ber bi Enqere û Şamê be, ango rûyê wan li Şam û Enqerê be dê bi ser bikevin. Yên ku Qibla xwe winda bikin dê winda bikin."
Erdogan got, "Em ê hemû li vê herêmê wekî Tirk, Kurd û Ereb bi hev re bijîn," û tekez kir ku Tirkiye garantorê ewlehiya herêmê ye.
Basnews
