• Saturday, 07 February 2026
logo

Selah Berzencî: Di 3 demjimêran de 120 hezar teqemenî li ser xelkê Silêmaniyê hatine ceribandin

Gulan Media August 25, 2025 Nûçe
Selah Berzencî: Di 3 demjimêran de 120 hezar teqemenî li ser xelkê Silêmaniyê hatine ceribandin

Pisporekî leşkerî dibêje ku tank, dronên xwekuj, topxane, hawanên dûr-menzîl û Qernas çekên hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bûn ku di şerê Lalezerê de li ser xelkê Silêmaniyê hatine ceribandin.

Selah Berzencî, pisporekî leşkerî, ji BasNewsê re ragehand: "Di sê demjimêrên şerê Lalezerê de, 120,000 parçe çek li ser bajarê Silêmaniyê hatine ceribandin, piraniya çekan yên wan hevalbendên ku ji bo şerê li dijî DAIŞê  hatibûn dayîn û Fransî û Amerîkî ne.”

Herwaha diyar kir, "Ew Çek di nav bajarê Silêmaniyê bi vî rengî bûn: 20 tank beşdar bûne, Dije Teror bi 80 wesayît û komando jî beşdarî kirine, 180 wesayît, 80 wesayîtên zirxî, 60 top û hawan, 120 dronên xwekuj, digel 300 top û 80,000 gule û cebilxaneyên ji çekên giran hatin bikar anîn."

Ew pisporê leşkerî dibêje: "Tiştê ku Bafil Talabanî dike ev e ku xwe li ser Silêmaniyê ferz dike û dixwaze hêza xwe nîşan bide, di demekê de ku hin sermayedarên bajêr ji tirsa şer reviyane. Ji bilî vê, cenazeyên 30 kesan winda ne û xeterek heye ku paşmayên van 30 cenazeyan jî bên winda kirin. Ev komkujiye."

 

 

Basnews

Top