Nêzîkî milyonek koçber û penaber li Kurdistanê mane
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku hîn jî nêzîkî milyonek koçber û penaber li Kurdistanê hene û hejmarek zêde jî vegeriyane.
Îro 25.08.2025ê Navenda Hemahengiya Krîzan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) konferansek li ser rêveberiya koçberiyê li dar xistin.
Rêvebera Giştî ya Navenda Hemahengiya Krîzan a Hevbeş a Kurdistanê Sirwe Resul, got ku hîn jî 27 kampên penaberan li Kurdistanê hene, ku 858 hezar û 578 penaber tê de dimînin.
Herwaha ragehand: "Li Kurdistanê 578 hezar û 403 koçber û 280 hezar û 175 penaber hene, piraniya penaberan ên welatê Sûriyê ne û hejmara wan 261 hezar û 939 kesin, 7 hezar 240 kes penaberên Tirkiyê û 8 hezar û 791 penaberên Îranî, 1,005 penaberên Filistînî û 1,200 penaberên din hene."
Rêvebera Giştî yê Navenda Hemahengiya Krîzan got ku bi tevahî 198,000 malbatên koçber û penaber di hundir û derveyî kampan de ne, lêçûna salane nêzîkî 1 milyar dolar e. Ew rojane 2.6 milyon dolar, mehane 66 milyon dolar û salane 803 milyon dolar xerc dikin.
Di sala 2009an de, ji ber tevger û şoreşên Bihara Erebî zêdetirî milyonek penaberên Sûrî reviyan Herêma Kurdistanê, û di sala 2014an de, ji ber derketina rêxistina terorîst a DAIŞê zêdetirî du milyon penaber ji Deşta Nînewa, navend û başûrê Iraqê reviyan Herêma Kurdistanê.
Basnews
