Bi hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê 25 koçberên din ên kurd li Lîbyayê tên azad kirin
Ofîsa Pêywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, bi hewlên wê, 25 koçberên din ên Kurd li Lîbyayê hatine azadkirin û ji bo Herêma Kurdistanê tên vegerandin. Ev di demekê de ye ku, berê jî şeş ciwanên din jî ji wî welatî hatibûn vegerandin.
Ofîsa Pêywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 24.08.2025, daxuyaniyek weşand û tê de ragehand, “Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Iraqê li Lîbyayê Ehmed Sehaf bi amadebûna 25 ciwanên Herêma Kurdistanê di peywendiyeke vîdyoyî de bi Serokê Ofîsa Pêywendiyên Derve Sefîn Muhsin Dizeyî re behsa biserkeftina hewlên wan ji bo azadkirin û vegerandina hejmareke ciwanan ji bo Herêma Kurdistanê kir.”
Şêwirmendê Ofîsa Pêywendiyên Derve Selîm Paşa jî her li ser mekanîzma vegerandina wan ciwanan got, “Pirsgirêka sereke ya vegerandina van ciwanan nebûna pasportan e, ji ber ku qaçaxçî her zû pasportên wan ji wan distînin da ku ew nekarin vegerin. Lê me karî bi hevahengiya Balyozxaneya Iraqê li wî welatî pasportên derbasbûnê ji wan re dabîn bikin û li vê derê jî Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî hêsankariyan ji wan re dike.”
Şêwirmendê Ofîsa Pêywendiyên Derve herwaha got, “Tiştê mayî ew e ku, bilêtên balafirê ji bo wan 25 ciwanan bên dabîn kirin. Tê çaverêkirin ku, piştî temambûna rêkaran ew ciwan di zûtirîn dem de vegerin Herêma Kurdistanê.”
Selîm Paşa eşkere jî kir, “Berî çend rojan, bi hemahengiya di navbera Ofîsa Pêywendiyên Derve û Balyozxaneya Iraqê li Lîbyayê de, şeş ciwan ji zindanên Lîbyayê hatin azadkirin û ji bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin.”
Her di wê ragehandinê de hatiye gotin ku, Lîbya bûye yek ji rêyên koçberên neqanûnî ber bi welatên Ewropî ve. Hin ciwanên Herêma Kurdistanê û welatên din ên deverê ji bo gihîştina peravên Îtalyayê wî welatî bi kar tînin, lê piraniya caran ew ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tên girtin û rûbirûyî rewşên dijwar dibin.
Basnews
