• Saturday, 07 February 2026
logo

Ukraynayê êriş kir, petrol biha bû

Gulan Media August 25, 2025 Nûçe
Ukraynayê êriş kir, petrol biha bû

 Êrişên Ukraynayê yên li ser Rûsyayê bûn sedema bilindbûna bihayê petrolê çimkî metirsî li ser qutbûna hinardekirina petrola Rûsyayê çêbûye.

Vê sibehê, bermîleke petrola Brent a Deryaya Bakur 13 sentan biha bû û bi 67 dolar û 76 sentan hat firotin.

Bihayê bermîleke petrola sivik a Teksasê jî 17 sentan biha bû û bi 63 dolar û 73 sentan hat firotin.

Rayedarên Rûsyayê ragihand ku Ukraynayê êrişî santraleke atomî kiriye û şiyana hilberîna elektrîkê ya santralê kêm kiriye.

Her wiha di êrişan de termînaleke hinartina petrolê jî hatiye armanckirin.

Êrişeke dronan a Ukraynayê ev çar roj in hinartina petrola Rûsyayê rawestandiye ku rojane 100 hezar bermîl e.

Şirovekarê kompanyaya şêwirmendiyê (IG) Tony Sycamore got:

"Êrişên Ukraynayê yên li ser tesîsên petrolê yên Rûsyayê serkeftî bûne û vê yekê metirsiya qutbûna petrola Rûsyayê zêde kiriye."

Li aliyê din, Donald Trump gefên xwe yên li ser Rûsyayê ducare kirin da ku wê mecbûrî agirbestê bike.

 

Rudaw

Top