• Saturday, 07 February 2026
logo

Civaka Navneteweyî ji ber êrîşa li Lalezarê YNKê şermezar dike

Gulan Media August 25, 2025 Nûçe
Civaka Navneteweyî ji ber êrîşa li Lalezarê YNKê şermezar dike

Piştî serdegirtina Lalezarê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên YNKê ve, bertekên navxweyî û navneteweyî berdewam dikin û di vê çarçoveyê de, hin welat û navendên navneteweyî şer û encamên wê şermezar dikin.

Di bertekek fermî ya navneteweyî de, Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNAMI) ragehandiye: "Em ji ber êrîş û qurbaniyan xemgîn in û bang li hemû aliyan dikin ku rêzê li mafên mirovan, rêbaza dadwerî û qanûnê bigirin û li gorî destûrê tevbigerin.

Di vê navberê de, nûnerê Amerîkayê li Iraqê ragehandiye, ku ew ji nêz ve pevçûnan dişopînin û li dijî her tundûtûjiyekê ne ku ewlehiya giştî û aramiya giştî tehdît dike.

Her li ser wê bûyerê Konsulê Brîtanî li Hewlêrê got ku ew ji ber mirina qurbaniyan xemgîn e û divê alî ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêbazên qanûnî û dadperweriyê yên zelal esas bigirin, ne tundûtûjiyê.

Wezareta Derve ya Tirkiyê welatek din bû ku helwesta xwe li ser bûyerê diyar kir û bi rêya konsulê giştî li Hewlêrê ragehand: "Me tedbîrên pêwîst girtine da ku welatiyên xwe ji şer biparêzin.

Berteke din ji navendên çapemeniyê yên navneteweyî, di nav de Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), bû, ku li gel êrîşê, banga rêzgirtina li azadiya çapemeniyê û jiyana rojnamevanan kir.

Hêjayî gotinê ye ku bertekên ji ber êrîşa hêzên YNKê li ser Eniya Gel li Lalazerê berdewam dikin û bi eşkerekirina mezinbûna êrîşê û qurbaniyên zêdetir ên şer, helwest û bertek berfireh dibin.

Di sibeha 22ê Tebaxa 2025an de, hêzên ewlehiyê yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) êrîşî Otêla Lalazer, baregeha Eniya Gel û Lahur Şêx Cengî, serokê wê partiyê kirin û di şerê 3 demjimêran de bi dehan kes hatin kuştin û jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn û ziyaneke zêde li aramî û milk û malên xelkê li taxa Serçinar kir.

Li gorî Şadman Mala Hesen, endamê Eniya Gel(Berey Gel), çekdarên Heşdî Şeibî beşdarî êrîşê bûne û li gorî Mihemed Reûf, rojnamevanek li Silêmaniyê, gelek dron di êrîşê de hatine bikar anîn.

 

Basnews

Top