Nazim Şêxanî: Xelkê Silêmaniyê ji YNKê bêzar bûne
Nivîskarekî bi tundî rexne li rayedarên partiya desthilata Silêmaniyê dike û radigehîne ku xelkê bajêr ji rayedarên ku bi tank û wesayîtên zirxî pirsgirêkên wan ên şexsî çareser dikin bêzar bûne. Her wiha rexne li reftara hêzên ewlehiyê yên YNKê li hember karmendên Otêla Lalezer û ew kesên ku li wir bûn girt.
Dengên nerazîbûnê li dijî leşkerîkirina Silêmaniyê û bikaranîna tank, wesayîtên zirxî û dronan ji bo çareserkirina pirsgirêkên şexsî yên di navbera serokê YNKê û dijberên wî de zêde dibin.
Di vê çarçoveyê de, nivîskar Nazim Şêxanî ji BasNewsê re ragehand: "Gelê Silêmaniyê ji vî rengî desthilatdariyê bêzar bûye. Nayê qebûlkirin ku her havîn bi vî şerê di navbera du pismaman de teqereq were kirin. Ew yek bûye sedem navûdengê Kurdistanê kirêt bê nîşandan, rê li ber veberhênanê digre. Otobusa geştyariya li Tirkiyê hatiye gule lê ketiye. Bi hezaran geştyar di otelan de asê mabûn. Ji naha û pê de dê xelk çawa ji bo geştkirinê serdana Silêmaniyê bike? ma rewa ye tu ji welatên derve bêyî, li Besra, Bexda û Emmarê ve bêy bo geştê û pare li Silêmaniyê xerc bikî, lê şev heta sibehê ji tirsa gelo dê gule li min bikeve yan na nikaribî birazê? Bi piştrastî ev navê îdaredanê nîne, ew enterî û bajar ji malbenda jiyanê ve guhertina bo qada şer e.’’
Herwaha diyar kir: "Tiştê ku me vê carê dît, me demek dirêj nedîtiye, li Silêmaniyê tenê Beisiyan li sivîlan dixist, lê hêzên YNKê sivîlên ku karmendên Otêla Lalezer bûn û destê wan di şer de tunebû, dixin. Çima hûn kur û keçan dixin? Ma ew karekî mirovî bû? Lahur biryara girtina wî hebû, lê çima bi şeq û sîleyan li keç û kurên bê guneh didin? Kê ev hêz perwerde kiriye ku karmendên otêlê û keçên Kurd dixin?"
Ew nivîskar tekez kir ku gotinên wî ne parastina Lahur Cengî ne, lê "hin kiryarên neqanûnî hatine kirin ku zirarek mezin dane navûdengê Silêmaniyê û bandorê li navûdengê Kurdistanê dikin. Ma rewaye fermandariya milîsan ji Bexdayê ve me nesîhet bikin û daxwazê li me bikin aramiyê biparêzin? Divê êdî sînork ji bo wan reftarên milîsên YNKê bê danîn. Divê hêza YNKê bikeve bin ban û sîvana hêzên ewlehiya Kurdistanê. Em hemû dizanin kî li Silêmaniyê desthilatdar e. Serokwezîr hewl dide ku li Silêmaniyê aramiyê biparêze, lê hêza li kolanan ne hêza hikûmetê ye. Hêza hizbekî ye. Hêza partî û hizban jî fermanê li serokê partiya xwe werdigre. Ji bo wê jî YNK li Silêmaniyê guleyan berdide, eger na kes nikare fîşekekî û dronekî li Silêmaniyê biteqîne. Ma kî dîtiye ku tank biçe ser malekî? Kî dîtiye ku bi tankê xelk bê girtin?’’
Herwaha rexne li serokê Eniya Gel girt ji ber şerkirinê û got ku "Me got serokê YNK dilê xwe bi Silêmaniyê naşewitîne û nake qada şer, bila aliyê din teslîm bibe û şer neke, dê çi bibe?"
Basnews
