• Saturday, 07 February 2026
logo

Nûnerê Xameneyî li Iraqê: Heşdî Şeibî li eniya Îranê ye û hilweşandina wê xewne

Gulan Media August 24, 2025 Nûçe
Nûnerê Xameneyî li Iraqê: Heşdî Şeibî li eniya Îranê ye û hilweşandina wê xewne

Mucteba Huseynî kesayetiyê Olî yê Şîe û nûnerê Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî li Iraqê, ragehand ku hilweşandina Heşdî Şeibî an jî yekbûna wê bi artêşê re xewnek e.

Huseynî ji ajansa nûçeyan a Fars re axivî û got, "Di şerê 12 rojan de, Iraqî nefikirîn ku êrîş tenê li dijî Îranê ne, lê di heman demê de li dijî Iraqê ne."

Herwaha ragehand, "Hewldanên Amerîkayê yên ji bo bêçekkirina Heşdî Şeibî dê bi ser nekevin. Gelê Iraqê ji vê yekê razî nîne ji ber ku Amerîka vê senaryoyê li dijî Iraqê bikar tîne."

Herwaha dibêje: "Heşdî Şeibî çekdarên xwe yên perwerde kirî heye û li eniya Komara Îslamî ya Îranê û "eniya parastinê" ye, ji ber vê yekê hilweşandina wan nayê qebûlkirin û xewnek e."

Ev di demekî de ye ku DYA zext li ser Iraqê zêde kiriye da ku qanûna Heşdî Şeibî di parlamentoyê de derbas neke û hêz çek û teqemeniyan tenê di destê dewletê de bihêle.

Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Meclîsa Nûneran a Iraqê îro ragihand ku reşnivîsa dawî ya projeyasaya Heşdî Şeibî ku pêşkêşî serokatiya encumenê hatibû kirin, temam bûye.

 

 

Basnews

Top