• Saturday, 07 February 2026
logo

Îdîa…Çend kes termên 30 heta 40 kesan di sarincên nexweşxaneyên Silêmaniyê de dibînin

Gulan Media August 24, 2025 Nûçe
Îdîa…Çend kes termên 30 heta 40 kesan di sarincên nexweşxaneyên Silêmaniyê de dibînin

Bavê yek ji ciwanên ku di şerê Otêla Lalezer a li Silêmaniyê de hatine kuştin eşkere kir ku xizmên wî termên 30 heta 40 kesan di sarincên nexweşxaneyên Silêmaniyê de dîtine. Lê heta naha YNKê û medyaya hejmara kuştiyên şerê Lalezerê wek tenê çar kuştiyan ragehandiye.

Piştî êrîşa li ser Otêla Lalezer a bi tank û zirxpoş, dron û helîkopter û hewanan a roja 22.08.2025ê, ku cîhê niştecîhiya Serokê Eniya Gel (Berey Gel) Lahur Cengî bû û ew şer çend demjimêran berdewam kir û li ser wî şerî, agahdariyên cûda û herwaha li ser hejmara miriyên di şer de gotegotên cuda tên kirin.

Li gor dûvçûna BasNewsê, medyaya YNKê bi fermî tenê kuştina çar kesan ragihandiye, ku sê ji wan hêzên YNKê bûn û yek ji wan ji hêzeke ser bi Lahur Cengî ye. Lê ji aliyê din ve, Aras Cengî, ku birayê Lahur Cengî ye, ragehand ku nêzîkî 15 kesan ji hêzên ser bi Lahur Cengî hatine kuştin. Hin çavkanî jî behsa hejmarên zêdetir dikin.

Di vê mijarê de, şeva borî di dema veşartina cenazeyê yek ji ciwanên ku di êrîşê de hatiye kuştin, ciwanekî 19 salî û ji Balakayetî ye û bavê wî xortê hatiye kuştin eşkere kir ku xizmên wî cenazeyên 30 heta 40 kesan dîtine. Herwaha dibêje: "Ji bo min, ew 30 heta 40 cenazeyên ku xizmên min di sarincên nexweşxaneyên Silêmaniyê de dîtine ne cuda ne. Ti cudayiya wan tine û hemû jî ciwan in û kurên kurdan in.’’

Berî naha, efserê malnişîn ango teqawîdbûyî Star Qadir ji BasNewsê re ragehandibû: "Her çend YNK îdîa dike ku tenê sê çekdarên wê hatine kuştin û yek ji Lahur Cengî hatiye kuştin jî, ev yek nayê bawerkirin. Bi piştrastî gelek kes ji wê hejmarê zêdetir hatine kuştin. Ji ber ku ew şerê ku hinde mezin û ewqas çek têde hatine bikaranîn de, ewqas wêrankarî pêkhatiye, nepêkane ku bi wê hejmara ku hatiye ragehandin ve temam bibe."

Herwaha diyar kir: "Berî ku şer dest pê bike, vîdyoyek hate weşandin û me hemûyan dît ku hejmareke mezin ji zilamên Lahur Cengî li dora wî bûn. Ew beşek bûn ji wê hêza bi navê hêza dûpişk a Lahur Cengî bûn. Lê piştî şer tenê çend kes dihatin nîşandan ku hatine girtin. Başe yên din çi bi wan hat, ma ti kesek li wê derê bê ku bê girtin derneketiye?’’

Efserê teqawîdbûyî bawer dike ku YNK hejmara rastîn a miriyên Lahur Cengî eşkere nake, da ku nîşan bide ku ew aliyê yasayî ne û aliyê din ê beramber bêhtir kes kuştine, wekî din hemî nîşan nîşan didin ku hejmareke mezin ji çekdarên Lahur Cengî hatine kuştin.

Ji aliyê xwe ve, rojnamevana li Ewrupayê jiyan dike ya bi navê Hana Mihemed Çomanî li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsand: "Ev agahî, bûyer û pirs bêbersiv mane! Heta vê deqîqê yek rojnamevanekî jî newêraye bibêje 23 endamên hêzên dûpişk hatine kuştin û beşek ji wan jî bi birîndarî hatine teror kirin ango hatine kuştin.’’

Hewaha dipirse: "Çima mirî û birîndarên hêzên dûpişk têne veşartin û nayên behs kirin? Cihên ku binke û xalên kontrolê bûn û xalên çavdêriyê bûn hemû yên hêzên dûpişk bûn û hemî hatin şewitandin? Çima tenê ew cih?"

Hewaha dipirse: "Çi çek hatine bikar anîn? Bombeyên taybet, hawan, top û çekên şikandina dîwaran çi hatine bikar anîn? Bi tevahî hêzên ku êrîş kirin kî bûn û çend û çi cureya hêz û çek bûn ku êrîş pê hate kirin ji aliyê çekdarên YNKê ve? Ew çekên hatine bikaranîn ji aliyê çekdarên YNKê ve, piştî şerê dijî DAIŞê yekem care tên bikaranîn.’’

Ew rojnamevane ku zanyariyan di çarçoveya pirsan de aşkera dike dibêje: "Çima Bafel Talabanî serê sibê zû ket Otêla Lalezer û ode û mala Lahur Cengî, hemî laptop, dosyayên wî û telefona Lahur Cengî bixwe bir? Çima hin deriyên Otêla Lalezer dihatin parastin? Parêzvan lê hatibûn danîn û rê nedidan ti kesek biçe navê û nêzîk bibe? Çima 2 tankerên avê yên mezin anîn û tenê qata yekem a Lalezer û rêya piştê ya Lalezerê xweşik şûştin û paqij kirin?

 

Basnews

Top